Monday, May 12, 2025
  • کوردی
  • العربية
Yazidi News
  • Home
  • Articles
  • News
  • Reports
  • Program
  • Documentary
  • Culture
  • Sport
  • Art
No Result
View All Result
  • Home
  • Articles
  • News
  • Reports
  • Program
  • Documentary
  • Culture
  • Sport
  • Art
No Result
View All Result
Yazidi News
No Result
View All Result
Home Articles

Ji xelkê re Kevok e û ji me re Başok e ” li ser daxweyaniya prof. Nadirê Kerem Nadirov”

editor by editor
May 2, 2020
in Articles
0 0
0
Ji xelkê re Kevok e û ji me re Başok e  ” li ser daxweyaniya prof. Nadirê Kerem Nadirov”
290
SHARES
182
VIEWS
Share on FacebookShare on Twitter

Ji xelkê re Kevok e û ji me re Başok e
” li ser daxweyaniya prof. Nadirê Kerem Nadirov”

Berekat Isa

Di derketinên dawî yên birêz Şivan Perwer de , gelek Kurdên xwedan helwîst û Ciwamêr derketin qadê û cewaba wî dan , ji ber nêrînên wî yên haletewş û neberpirsiyar li dijî Miletê Êzîdî , û ji ber dema ne kuncav ya têde birêz Şivan derketî , ke merema sereke ji wê fîlozofiya wî hemûyê êşandina Êzîdiyan bû .
Karê Şivan yê me têde naskirî Hunere , lê ticara ew di aliyê lêkolînên hizrî de ne hatiye naskirin.
Azirandina van core mijara ne di Live de li ser Facebook tê , heke merem ji wê çendê ne êşandina raste rast ya Miletekî bê , û li dervey hemû gûmana Şivan ew hemû gotin lêk dane komkirin , da li ser Êzîdiya bi sekinê û wan tal bike .
Birêz prof. Nadirê Kerem Nadirov di nivîsîna xwe de ya li Rêya taze de hatiye belakirin , gûmanek nehişt kû Êzîdî bi tena serê xwe divê berevaniyê ji hebûn û mayîna xwe bikin.
Birêz Nadirov dibêje “Hinek kurdên me hevpeyvînên bi Şivan Perwer re bi cûrê xwe, ango şaş fêm kirin û şirove kirin û hinekan jî Daxuyaniya FNDK derheqa helwêsta dengbêjê kurdan yê binavûdeng Şivan Perwer de bi cûrê xwe, ango şaş fêm kirin û şirove kirin” .
Qet şaşbûnek di famkirina wan de nebû , ew ên dijî gotinên birêz Şivan û FNDK derketîn , jiber pîştgirên zilmê zalimin , û xwendina berûvaj ya we , û FNDK ji Mêjoya Şivan bi Êzîdiyan re wisa dertêxê kû bi kurahî we xwe avête nav Hecqa Kergevsk têde hatîne kirin .
We qet ne xwend ku birêz Şivan beriya 20 Sala di Sitrana ” Kirîvê” de Êzîdî êşandin dema di parçekî Sitranê de gotî ” Sîng û Ber yên me Keçikên Êzîdiya li ber dengê banga melê re xweş dibin “.
Ew Faşizm ya li wî parçê Stranê de bese ku Mirov qama bêrêziyê bide pîvan .
Lê niza şaşbûn di kurde ye gava bê reaktion dev bavêje gerwa miletekî û bêrêziyê bi Çanda wan ya Olî û Civakî bike .
Birêz Nadirov got “Mesele, bi hezaran kurdên êzdî û kurdên musulman gotin ku xudêgiravî Şivan Perwer ji êzdîyan ra gotîye faşîst
Belkî cûrê gotina Şivan hinek nermtir û naziktir bûya, wê baştir bûye, lê a rast ew e, ku Şivan tiştekî wisa ne gotîye
Tiştê birêz Şivan gotîye ev e: -Êzdîyên ku bi keviran keçên xwe ricim dikin, ji ber ku bi kurdekî musulman ra mêr kirîye, ev yek faşîzm e
Li vira çi şaşî an bêhurmetî di hindava êzdîyan da heye? Şivan ji êzdîyan ra ne gotîye, lê ji wan kesan ra gotîye ku ev karê nemirovane kirine” .

Wisa tê xweyakirin ku prof.Nadirov ew nezanîn ya birêz Şivan heye derbarê Dîrok û hem îroroja Kurdan ke bi derziya li Çavên Êzîdiya de wê diriyana mezin e li pîsîra Kurdan dide dirwan ,û kuştina Jinekê ji aliyê Çend kesên nezan yên Êzîdî aniye rêza bi 100an keç û Jinên Kurd ke hersal têne kuştin û zindebeçalkirin ji ber heman pirsa Civakî û Olî ku birêz Şivan , û prof. Nadirov herduka gavên xwe li ser re avêtin .
Êzîdî ji ber parastina Ola xwe divê rê nedin Keç û Xortên wan bi Bislman û her Oleke dî re bi zewicin , lê nehiştin bi ramana kuştinê nayê .
Heq ew bû birêz Şivan li ser sinetkirin ” xetenekirin ” a Jina li Civaka kurdî de peyvtiba , yan birêz Nadirov anîba bîra wî kû şaşbûnên mezin li her takekî Civaka me de heyne .
Prof. Nadirov wisa şeqloveqlo hatiye û singê Konê xwe li rex Konê Şivan kutaye û hizrên xwe yên Kîmiyayî di nava vê birîna kûrde şêlandîne , yekser dema dibêje “Hinekan got Şivan êzîdî bêhurmet kirine, êrîş birîye ser hinek şexsên ruhanî yên êzdîyan
Birêz Şivan tiştekî wisa ne kiriye û tiştê gotîye ev e: -Hinek şêxên êzdîyan dibêjin em ji Êzîdê Muawî ne, lê ev ne rast e, êzdî Ezdahî ne, ango Xwedayî ne
Ez jî ser fikira Şivan im, ji ber ku êzdî ne ji esilê Muawîyê ereb in…
Hinek êzdî dibêjin em qurêşî ne, lê Şivan ji wan ra dibêje: -Qurêşî ereb in, ew navê eşîra Mihemed Pêxember e, bawerîya xwe wan kesên nezan neynin
Hilbet Şivan rast dibêje û ez jî ser fikira wî me!” .
Carê diristkirina hizrên Ola Êzîdî , û Êzîdiyatî ne karê birêz Şivan û kesekî li dervey vê Olê ne , û Êzîdî bi xwe divê biriyara xwe bidin ka ew kîne ” Kîne em .. û Kîne em.. Hoy ..hoy ..hoy ..ho ..Kîne em ” û ev pirs li ser rûpela wek lêkolîn têne weşandin yan di barnamên taybet li ser van core pirsa , ne li ser Fasebook !
Ji şûna girêdan , yan negirêdana Êzîdiyan bi Mawiya û kurê wî ve , hûn herdo wek dû Bisilman karin li koka xwe bi xebitin gelo hûn beriya nûhe Bisilman bûn ?
Gelo dibe hûn vegerin Esil û Fesilê xwe ? .
Gelo çima te ji wî nepirsî çima wisa Sûreta Pêxember Muhemed xweşk kir , û ew Ayetên Jinên Êzîdî li gor hatîne herimandin , û Mezin û Zarok pî hatîne serjîkirin , êxistine pal hinek Melayên Ereb , û li himber de Kerasê me yê Sipî di wê Aravê de şêland ?

Bi dawîkirina nêrîna prof.Nadirov her tişt xopan kir , gava di bînê kû birêz Perwer çi şaşîtî nekirîne di nêrîna xwe de, ku jêre gotiye hevpeyvîn , û ew bi xwe derketinek berela û bê nerx bû .

Li vir de birêz Nadirov gotiye ” Di dawîyê da dixwezim destnîşan bikim, ku birêz Şivan Perwer di hevpeyvînên xwe da şaşîyên bi zanebûn ne gotine jî, lê bi neheqî tûşî ewqas rexneyên giran, dijûnên ne gorî çanda me,

Related

Share290Tweet
editor

editor

  • 87.2k Followers
  • Trending
  • Comments
  • Latest
Saher Hussein:English Department Director at Yazidi News

Saher Hussein:English Department Director at Yazidi News

0
Nadia’s Initiative – with implementing partner Dorcas Aid International –

Nadia’s Initiative – with implementing partner Dorcas Aid International –

0
‏I would like to wish my community a happy Eda Rojiet Ezi.

‏I would like to wish my community a happy Eda Rojiet Ezi.

0
Today, 11-1-2020, The oldest Yazidi Survivor died.

Today, 11-1-2020, The oldest Yazidi Survivor died.

0

مؤسسات المشي في الجنازات

November 1, 2023

السوداني يؤكد أن الحكومة أعطت خصوصية لقضاء سنجار بسبب حجم المظلومية

October 30, 2023

جابرو والفياض يبحثان إنهاء ملف النزوح والاستقرار في مناطق العودة من ضمنها قضاء سنجار

October 30, 2023

الذكاء الاصطناعي والمليار الذهبي

October 26, 2023

أخبار حديثة

مؤسسات المشي في الجنازات

November 1, 2023

السوداني يؤكد أن الحكومة أعطت خصوصية لقضاء سنجار بسبب حجم المظلومية

October 30, 2023
Facebook Twitter Pinterest RSS
Yazidi News

موقع يهتم بشؤون الاقليات

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • Home EN

Are you sure want to unlock this post?
Unlock left : 0
Are you sure want to cancel subscription?
Go to mobile version